Li Erziromê wesayîta bazirganiyê ya sivik teqle avêt, 3 kes mirin

Erzurum
Li Qereyaziya navçeya Erziromê wesayîta bazirganiyê ya sivik ji rê derket û teqle avêt, 3 kes mirin û kesek birîndar bû.
Wesayîta bazirganiyê ya sivik a ku Îhsan Gul diajot û plaqeya wê hê nehatiye hînbûn li daketiya Bezîrxaneyê ya gundewar ji rê derket û teqle avêt û welgeriya eraziyê.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da ajokar û Tahsînê bavê ajokar û Hatîce Guluna dayika ajokar mirin, birayê wî Serhat birîndar bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.