Haydar Şahin
24 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2020
Heyrangola li Eleşgira navçeya Agiriyê ya di nav çiyayên bilind da bi xweşikahiyên xwe yên tebiî va ziyaretvnan şaş û metel dihêle û li bendê ye were keşfkirin.
Li Heyrangola 37 kîlomêtre dûrî navenda navçeyê ya li herêma Çiyayê Mêrgemîrê biharê bi reşbûna erdê va kulîlkên rengîn vedikin û payîzê jî tebîet rengrengî dibe û dîmenên xweşik derdikevin holê.
Heyrangol di nav gelî û çiyayên her demsalê xweşikahiyên cuda derdikevin holê da cî digre, vê demê belgên daran zer dibin û rengên kesk, gevez û qîçik derdikevin holê. Kêm kesên ji gundên dorê û herêmê tên ziyareta Heyrangolê.
Gol û tebîeta dorê payîzê bi rengên cuda dixemile dîmenên xweşik derdikevin holê.
Heyrangola li Eleşgira navçeya Agiriyê ya di nav çiyayên bilind da bi xweşikahiyên xwe yên tebiî va ziyaretvnan şaş û metel dihêle û li bendê ye were keşfkirin. ( Cemal Çavdar - Anadolu Agency )
Şewqa çiya û ewra li ser ava golê şewl dide û dîmenên bêhempa derdikevin, bi hatina payîzê va herêm ji hezkiriyên wênekêşiyê û welatiyan ra mazûvaniyê dike.
Di gola nav çiyan a li benda ziyarevanan da çêre û nebatên kesk jî balê dikişînin.
Sînan Ergulê ziyaretvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku cara ewil e Heyrangolê dibîne û gelekî eciband.
Ergul gor kêfa wî bi dîmenên li dora golê hat û wiha axivî: "Min di heyata xwe da cara ewil navê vê golê bihîst û li ser pêşniyaza hevalan hatim vê derê. Me li vê derê wêne kişandin, li gor kêfa dilê xwe dema xwe derbas kir. Em dixwazin ku ev dera were keşfkirin."
Mehmet Nurî Berrakê gundî jî got herêma golê gelekî diecibîne û wiha pê da çû: "Gola berê ocaxa komirê bû û paşê tijî av bû. Biharê dora wê rengrengî û kesk dibe. Havînê em ji bo seyranê tên dora golê. Ji Elaşgir, Xoresan û Erziromê tên vê derê. Em dixwazin vira were keşfkirin. Bira welatî werin vê derê bibînin."