Nihat Kavşut
24 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2020
Hat ragihandin testa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu pozîtîf derketiye.
Murat Ongunê Berdevkê Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir testa Kovîd-19ê ya Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu pozîtîf derketiye û li nexweşxaneyê tê dermankirin û got ku rewşa wî baş e.
Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya jî li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kir ku ji ber ku testa Kovîd-19ê ya Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu pozîtîf derketiye li wî geriyaye û rewşa wî pirs kiriye û got ku Xwedê şîfaya xêrê bide.