Tirkiye

Wezareta Karên Navxweyî: Îsal milyonek û 20 hezar û 819 litre vexwarina qaçax hat qefaltin

Nihat Kavşut  | 24.10.2020 - Rojanekırın : 24.10.2020
Wezareta Karên Navxweyî: Îsal milyonek û 20 hezar û 819 litre vexwarina qaçax hat qefaltin

Ankara

 Wezareta Karên Navxweyî ragihand yekîneyên polês û cendirmeyan di operasyonên îsal da milyonek û 20 hezar û 819 litre û 220 hezar û 911 şûşe vexwarina sexte/qaçax qefaltin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin yekîneyên Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê û Fermandariya Giştî Cendirmeyan îsal ji bona parastina tenduristiya civakê dijî sextekarî û qaçaxcîtiya vexwarina sexte û alkolê 2 hezar û 430 operasyon kirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin yekîneyên polês û cendirmeyan di operasyonên îsal da milyonek û 20 hezar û 819 litre û 220 hezar û 911 şûşe vexwarina sexte/qaçax qefaltin.

Li gor agahiyan ekîbên polês û cendirmeyan di operasyonên di 5-23yê Cotmehê da 161 hezar û 62 litre û 6 hezar û 102 şûşe vexwarina sexte qefaltin.

Wezareta Karên Navxweyî di daxuyaniyê da diyar kir di rojên dawîn da ji bona gelek kes ji ber vexwarina sexte mirin ji 100 şikbarên hatin qefaltin 40 kes hatin girtin.

Li gor agahiyan hat tesbîtkirin vexwarina sexte ji amûrên paqijiyê yên li markêtan tên firotin û ji amûrên etîketên alkola etîl li serê ne û tê da rêjeya metanolê zêde ye hatine çêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.