ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû li Avahiya Karên Derve bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.
Alîkarê Serokwezîrê HKIê Kûbat Talabanî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz, Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan û Musteşarê Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglû beşdarî hevdîtinê bûn.
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat kirin û nêzî 2 saetan dewam kir.
Barzanî dê bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re jî bê ba hev.