DIYARBAKIR (AA) - Mehmet Emîn Tunç (37) ê ku di Midûriyeta Bajêr ya Diyarbekirê ya Xurek, Çandinî û Heywandariyê de wek endezyarê ziraetê dixebite, ji bo cotkar hilberînên baştir û bi tenduristî bi dest bixin pirtûkeke kurdî amade kir.
Pirtûka Mehmet Emîn Tunç a bi navê "Çandina Tene" piştî xebata wî ya 5 salan hat weşandin. Tunç ji nûçegihana AAyê re daxuyand ku piştî ku kurdî di zanîngehan de hat dayîn û di rojevê de zêde hat bikaranîn di gelek mijarên cuda de pirtûk hatin weşandin.
Tunç daxuyand ku wî li ser zimanê kurdî perwerde dîtiye û xwestiye ku pirtûka xwe ya ewîl ji bo cotkaran amade bike.
Endezyar Tunç got ku pirtûka wî ji hêla mijarê ve li Tirkiyeyê xebateke ewilîn e û ji ber ku li herêmê gelek cotkar zêde tirkî nizanin wî bi kurdî pirtûkek amade kiriye.
Tunç daxuyand ku ji bo niha pirtûka wî 5 hezar heb hatiye çapkirin û pirtûk ji 80 rûpelan pêk tê. Di dawîya pirtûkê de jî ferhengeke 12 rûpelî cih digre.
Tunç got ku wî di pirtûka xwe de behsa çandiniya genim, ceh, nîsk û nokan, avdan û çinîna wan kiriye û wiha axivî: "Min agahiyên ji Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê û yên ku ji kal û pîran bi dest xist ve ev pirtûk amade kir. Min hemû agahiyan ji tirkî wergerandine kurdî. Armanca min ew e ku cotkar hilberîneke baş û bi tenduristî bi dest bixin. Li herêmê temenê cotkaran mezin e. Her çiqas tirkî biaxivin jî, peywên teknîkî yên di qada ziraetê de tên bikaranîn nikarin zêde fêm bikin. Ji ber ku zimanê wan ê dayikê kurdî ye, kurdî bêtir fêm dikin."
Tunç anî zimên ku dema wî pirtûka xwe amade kiriye çûye ziyareta gundan û pirtûk li cotkaran daye nasandin. Cotkaran jî gelek eleqe nîşanî pirtûka wî dane û gotine ku divê xebatên bi vî rengî zêde bibin.
Necdet Ozbayhanê ku li gundê Nasiran a jorê cotkariyê dike jî got ku wan pirtûk xwendine û wiha axivî: "Yên ku temenê wan mezin in mijarê baştir fêm dikin. Der barê karê me de her tişt tê de heye û ji bo me feydeya van agahiyan heye. Tiştên ku em tirkî fêm nakin em kurdî dixwînin û fêm dikin."