TBMM
Parlementerê Şirnexê yê HDPyê Hasîp Kaplan Pakêta Pêvajoya Çareseriyê ya ku pêşkêşî TBMMyê bû nirxand.
Kaplan civîneke çapemeniyê li dar xist û li wir got ku pakêt pir girîng e û li ser xêrê be.
Kaplan got ku ji serê pêvajoya çareseriyê heta niha çi ketibe li ser milê me, me kiriye û ji bo pêşveçûnê jî roleke baş lîstine.
Parlementer Kaplan daxuyand ku ji heyama Oslo û Xabûrê dersên cidî hatin hildan û ev pêşnûmaya ku pêşkêşî meclisê hatiye kirin jî pir girîng e.
Kaplan got ku partiya wan dê vê pêşnûmayê û naveroka wê binirxîne û pişt re ew ê fikra xwe bi raya giştî re bibêjin.
Li ser pirsa "pêşnûma li gor daxwazên we ye an na" jî Kaplan wiha axivî: "Pêşnûma çarçoveyek e. Pêşnûma tiştên ku dê bên kirin bi qanûnê ve girêdide û desthilatiyê dide hikûmetê ku ew van tiştan bike. Heke hûn li dinyayê binihêrin pêvajoyên wek vê li Îrlandayê, Îspanyayê û Afrîkaya Başûr jî pêk hatin û li wan deran derbasî heyama meclisê bûn. Em him girîngiyê didin azadiya welatê xwe û him jî tecrûbeyên di dinyayê de pêk hatine dinihêrin. Bi vî awayî em berpirsyariyeke dîrokî hildidin li ser milê xwe da ku pirsgirêkan çareser bikin. Li hember gel û dîrokê berpirsyariyeke me heye. Li gor me divê hemû partiyên ku çareseriyê, aştiyê û demokrasiyê dixwazin, partiya muxalefeta sereke piştgiriyê bidin pêvajoyê. Em ê êdî li meclisê li ser îtirazan biaxivin."
Li ser gotina "pêşnûma beriya hilbijartinê derket", Kaplan wiha got: "Gelê me aqil e, hêstên wan xurt in û tiştan baş dinirxîne. Di vê mijarê de bila dilê we rehet be."
Kaplan pirsa 'beriya ku meclis tetîl bibe ev pêşnûma dê bibe qanûn an na' wiha bersivand: "Meclisa me der barê bi lez qanûnçêkirinê de xwedî rekorê ye. Heke bixwaze di 24 saetan de dikare derxe."