ANKARA
Heyeta HDPê piştî ku ji Girava îmraliyê serdana Abdullah Ocalan vegeriya daxuyanî da.
Li gor daxuyaniya HDPê hevdîtina bi Ocalan re sê saetan dewam kir û moral û tenduristiya wî pak bû û hat diyarkirin ku Ocalan wiha got: "Di vê pêvajoya dîrokî de xebat dê êdî li ser bingeheke zagonî bên kirin. Ez vê yekê pir watedar dibînim."
Li gor daxuyaniyê Ocalan wiha got: "Dewletê heta niha ji bo pirsgirêkan bi civakê re şer dikir û diket pêvçûnê. Lêbelê dewlet bi vê verastkirinê ve cara ewil e zagonekî çêdike ku pirsgirêk bi rêya mizakereyan ve dê bên çareserkirin. Ji ber vê çendê rola vê qanûnê dîrokî ye. Ev zagon rêya lihevkirina civakê vedike. Ji bo ku ev pêşnûma bibe zagon, divê hemû civak destekê bidin. Divê hikûmet jî li gor desteka civakê tevbigere. Bi derketina vê zagonê ve ji bo ku demokrasî pêş ve biçe û aştiya mayende çêbibe, lazim e ku xebatên zagonî û civakî bi hev re bên kirin, lewra ev girîng e. Ji bo jiyana azad û demokratîk a paşeroja Tirkiyeyê, pir girîng e ku pirsgirêk bi awayekî demokratîk û zagonî çareser bibe."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ocalan nîqaşên li ser hilbijartina serokomariyê jî dişopîne û wiha hat gotin: "Di xebatên ku ji bo hilbijartinên serokomariyê tên kirin de divê namzedekî wisa bê tesbîtkirin ku hemû gel temsîl bike. Ev mijar di raya giştî de bi awayekî gelekî çewt tê nîqaşkirin. Ez nikarim ji bo namzediya serokomariyê navekî li ser komîsyona kifşkirna namzedê serokomariyê, ferz bikim."