Fatma Sevinç Çetin
02 Adar 2025•Rojanekirin: 04 Adar 2025
Li tevahiya welêt germahiya hewayê dê zêde bibe û herdu hefteyên ewil ên remezanê dê wek biharê derbas bibin.
Murat Acarê Pisporê Texmîna Hewayê yê Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji peyamnêrê AAyê ra rewşa hewayê ya hefteyê nirxand.
Acar destnîşan kir ku li gorî nirxandinên dawîn, ji meha adarê û pê va aliyê rojava di serî da li gelemperiyê welêt germahiya hewayê zêde bû û derket ser asta pileyên asayî yên demsalê û wiha dewam kir, "Heya 15ê Adarê li hêlên navîn û rojava germahiya hewayê dê di asta pileyên asayî yên demsalê da û cih cihan jî di ser da be."
Acar her wiha diyar kir ku di nav 3 rojên tên da berf û barana ku ji aliyê bakur tê, dê bibare û ev berf û baran sibê dê li ser asta hemû welêt xwe nîşan bide.
Acar bal kişand ku li hêlên navîn û rojava baran, li hêlên rojhilat şilope û berf dê bibare û wiha dewam kir, "Bi taybetî ew îhtimal heye ku li dewrûbera Qeyserî, Sêwas, Erzincan û Gumuşhaneyê berfeke zêde bibare."
Acar destnîşan kir ku piştî çarşemê ji bo gelemperiyê welêt berf û baran nayê payîn û her wiha herdu hefteyên ewil ên remezanê dê wek biharê derbas bibin.
- Li sê bajarên mezin rewşa hewayê
Acar bal kişand ku germahiya hewayê li Enqere û Stenbolê dê derkeve heya 15 pileyan û li Îzmirê jî piştî çarşemê dê derkeve 19-20 pileyan.