Orhan Pehlül
27 Îlon 2022•Rojanekirin: 29 Îlon 2022
Li Çelîkhana navçeya Adiyemanê "gravên avjen" ên Bendava Çatê ji ber kêmbûna avê gihîştin erdê.
Salên borî li ser dehan gravên piçûk dar hêşîn bûbûn û gravan jî li ser ava bendavê avjenî dikirin. Îsal ji ber ku ava bendavê kêm bû tenê gravek dudu man. Bi dehan gravên piçûk jî nêzî qeraxan gihîştin erdê.
Rektorê Zanîngeha Adiyemanê Prof. Dr. Mehmet Turgut ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew hem girîngiyê didin parastina jiyana siruştî hem jî girîngiyê didin giravên avjen ên ku li bajêr bala turîstan dikişînin.
Turgut got herêm rojbiroj zêdetir tê ziyaretkirin û wiha dewam kir:
"Encama guherîna av û hewayê ye ku grav gihîştin erdê û av kêm bû. Ji ber ku di xebitandina avê da îhtimam tuneye, avdêriyeke serberedayî tê kirin, ev yek rû dide. Heke av ev qas kêm nebûya, ev gravên piçûk jî nedigihiştin erdê. Xwedê kirî dora bendavê çil û çiya hene û av ji van çil û çiyan diherikin bendavê, heke na belkî bendav bimiçiqiya."
- "Em dixwazin giravan ji binî va bi pergaleke wek selikê bi toran va bipêçin"
Prof. Dr. Turgut got wek zanîngeh ew demeke der barê herêmê da xebatan dikin û wiha axivî: "Zanyarên me di nav 2 salan da ji bo parastina giravên avjen û zêdekirina wan a li ser ekosîstemê xebatan dikin. Ew qasî 30 dekarê ne, her mêtroqereyeke wan da 2,7 ton karbondîoksîtî heye ku ew kabondîoksîtiya tevahî 17 hezar û 600 wesayîtan paqij dikin. Bi tena serê xwe ji bo vê jî gelekî girîng in. Ji bo parastina giravan me bi hevkariya Walîtiyê, Îdareya Teybet a Bajêr û Qaymeqamtiya Çelîkhanê û piştgiriya Ajansa Pêşketinê ya Îpek Yoluyê projeyek amade kir. Li gor vê projeyê em dixwazin giravan ji binî va bi pergaleke wek selikê bi toran va bipêçin. Bi saya vê girav wê negîhîjin bejahiyê. Xebatên me yên ji bo vê dewam dikin."
Turgut hişyarî da welatiyan ku bila avê zêde xerc nekin ku ji nifşên bên ra av bimîne û wiha got: "Av pir biqîmet e. Jiyana bêav nabe, em mecbur in van deran biparêzin."