Serokomar Erdogan: Em ji dil û can aştî û hizûrê dixwazin
Orhan Onur Gemici
27 Îlon 2022•Rojanekirin: 27 Îlon 2022
Ankara
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em naxwazin ku Ege û Behra Sipî bi xwîna însanan, bi hêsirên çavan yan jî bi neyartiyê bên qirêjkirin. Em ji dil û can aştî û hizûrê dixwazin."
Erdogan li navenda giştî ya AK Partiyê di Civîna Serokên Bajêran da axivî.
Serokomar Erdogan der barê êrîşa li Mêrsînê da wiha got, "Hûn ji van terorîstan rêça kîjanî bişopînin rêça wan digihêje derdorên ku HDP yan jî CHP bi navê rojnamevan û siyasetmedar xwedî li wan derdikevin."
Erdogan der barê geşedanên li Ege û Behra Sipî da diyar kir naxwazin ku Ege û Behra Sipî bi xwîna însanan, bi hêsirên çavan yan jî bi neyartiyê bên qirêjkirin û got ku em ji dil û can aştî û hizûrê dixwazin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ji bo wan qîmeta çekên ku li Trakyaya Rojava û giravan tên bicîkirin tuneye û wiha got, "Lewra hêza me ji wan zêdetir e, lê em tînin bîra wan ku ev dagirkirina veşartî ye. (Yûnanistan) Hûn bawer dikin ku alîkariyên ji Amerîka û Ewropayê tên wê we xilas bikin? Xilas nakin. Hûn ê tenê badanaş bikin, wekî din bi kêr nayên."
Erdogan diyar kir piştî sersalê wê pêşketin û mezinbûna di reqamên aboriyê, îstiqrar û aboriyê da bi hev ra bibînin.
Serokomar Erdogan got ku înşellah hilbijartinên di 2023yan da mîna gelek waran wê ji bo siyaseta taqozê biavêjin selika çopê jî bibe mîlad.