Zekeriye Şimşek
27 Îlon 2022•Rojanekirin: 29 Îlon 2022
Li Nurdagiya navçeya Gazîentabê, komkirina îsotê sor ê li ser 13 hezar donim zeviyî hatiye ajotin, dest pê kir.
Serokê Odeya Ziraetê ya Nurdagiyê Kemal Belpinar ji rojnamegeran ra diyar kir, Gozluhuyuk, Sayburun, Toplamalar, Încegedik, Gedikli, Mestihuyuk di serî da li 13 taxan îsotê sor tê ajotin.
Belpinar wiha got, "Ji 13 hezar dekar erdî em pêşbîniya 26 ton berhemê dikin. Îsal cotkar jî ji bihayan memnûn in."
Îsotên sor ên ji bo baharatê yên ku li Nurdagiyê tên komirin, bi kamyonetan bo tesîsan tên veguhestin û li vir ji miemeleyê derbas dibin. Pey ra digel parêzgehên cîran ji bo dervayî welêt jî tên şandin.