Mahmut Bazlama
11 Îlon 2022•Rojanekirin: 15 Îlon 2022
Li Arabana navçeya Gazîentabê komkirina pembû dest pê kir.
Li navçeyê ser nêzî 25 hezar donimî wekî berê duyem pembû hat danîn. Komkirina ewil a sala 2022yan bi destê karkeran dest pê kir.
Serokê Odeya Ziraetê ya Arabanê Hasan Altun taxa Yolverenê ya gundewar ziyaret kir û li vê derê bi hilberînerên ku pembû kom dikin ra axivî.
Altun seba hilberîneran temeniya xêr û bereketê kir û wiha axivî, "Li Arabanê bi destan komkirina pembû dest pê kir. Di komkirina ewil da ji serê donimê 450-500 kîlo pembû tê. Pembûyê Arabanê seba elyafê baş e. Hilberînerên pembû gelek zehmet pê ra dîtin û mesref lê kirin. Bi xêr û silamet be. Xwedê qezenca wan zêde bike."