Hüseyin Hilmi Çömez
04 Nîsan 2022•Rojanekirin: 05 Nîsan 2022
Li Erdemliya navçeya Mêrsînê, alûceya Maltayê ya ku di serayan da tê danîn û ji bo cara ewil hat komkirin, kîlograma wê bi 200 lîreyî derxistin ber firotanê.
Alûceyên Maltayê yên seraya hilberîner Halit Taner ya li Taxa Yuksekê sibehê zû hatin komkirin û di qaseyan da hatin bicihkirin.

Kîlograma alûceyên ku hatin komkirin bi 200 lîreyî hat firotin.
Hilberîner Taner diyar kir ku ew kêfxweş e ku wan dest bi komkirina alûceyan kir.

Taner bal kişand ku îsal ji ber şertên demsalê komkirina berhemê ewil dereng dest pê kir û her wiha qalîte û tama berhemên ewil baş e.
Îbrahîm Damakê bazirgan jî diyar kir, ew ê alûceyên ku wan kîloya wê bi 200 lîreyî sitandin, bişînin parêzgehên Stenbol, Enqere, Îzmir, Qonya û Qeyseriyê.