Sevim Hatun
23 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
MERSÎN
Li Erdemliya navçeya Mêrsînê, otobêsa ku cotkarên ji Sûriyeyê dibir Gazîentabê wergeriya şarampolê, di qezayê da 4 jê zarok 11 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, otobêsa bi plakaya 38 PZ 599an a ku Abdulrezak Culpan (37) diajot, a bi aliyê Erdemliyê va diçû li nêzî Şûaybîna Taxa Çîrîşê wergeriya şarampolê. Di qezayê da Culpan, 4 jê zarok 10 sûriyeyî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Erdemlî û Mêrsînê.
Derket holê ku sûriyeyiyên di otobêsê da cotkar in û ji bo xebatê diçûn Gazîentabê.