15 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
AZEZ
Hat ragihandin ku li Azeza navçeya Helebê firokeyên şer ên ûris êrîş birin ser dibistana gundê Kel Cibrînê ya ku penaber tê da bûn û di encamê da 6 zarok mirin.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji jêderên herêmî wergirt, jetên ûris li bakurê Helebê êrîş birin ser dibistana gundê Kel Cibrîna li ser Azezê ya ku penaber tê da bûn û di encamê da 6 zarok mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Hat eşkerekirin dibistana ku penaberên sûriyeyî xwe spartibûnê, bi piranî rûxiya û herwisa firokeyên şer ên ûris bombardûmana xwe ya dijî gundê navborî û navçeya Azezê didomîne.
Li navçeya Azezê firokeyên ûris bi bombeya "xarê" li dijî deverên cuda êrîş pêk anîbûn û 10 kes miribûn.