11 Nîsan 2016•Rojanekirin: 12 Nîsan 2016
Serokomar Erdogan: "Ji hêla xaniyan va Stenbol bi rastî jî gihîşt noqteyeke pir cuda. Ji ber ku di warê koçê da hûn nikarin pêşî lê bigirin. Min wextê serokatiya xwe ya şaredariyê da dema ku got, 'Divê beyanameya neqlê bê dayîn' qiyamet rakirin. Heger wê çaxê me beyanameya neqlê bida qebûlkirin, îro Stenbol teqez nedigihîşt 15 milyonî. Wê demê nifûs 8 milyon bû, lê vêga bûye nêzîkî du qatî."
"Rêxistina terorê li herêma me ya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji meha tîrmehê vir ve li hin navçeyan bi tevgerên li dijî mirovahiyê û exlaqê welatiyên me mexdûr dike. Şaredariyên li herêmê jî wesayît û makîneyên ku ji bo xizmeta gel divê bên xebitandin dan bin emrê wan û piştgirî dan vê zilmê."
"Dema ku behsa parêzbendiyan dibe, 'rakirina parêzbendiyên parlementeran' tê fêmkirin. Di eslê xwe da wiha nîne. Fezlekeya kê hebe divê pêvajoya wê fezlekeyê biçe ber destê darazê. Ev gotin di vê wateyê da ye. Birayê min, sûcê te hebe tu yê werî darizandin. Ez ê çawa li bendê bisekinim ku heta dema parlementeriya te xelas bibe? Ew qas bûyer wê biqewimin, tu yê ji rêxistina terorê ra çekan biherî bi wesaîta xwe, tu yê bi tabûtan çekan biherî, pişt ra.. 'Ka te digo bira rabe', niha çibû. Tu çima poşman bûyî."
"Ji hêla xaniyan va Stenbol bi rastî jî gihîşt noqteyeke pir cuda. Ji ber ku di warê koçê da hûn nikarin pêşî lê bigirin. Min wextê serokatiya xwe ya şaredariyê da dema ku got, 'Divê beyanameya neqlê bê dayîn' qiyamet rakirin. Heger wê çaxê me beyanameya neqlê bida qebûlkirin, îro Stenbol teqez nedigihîşt 15 milyonî. Wê demê nifûs 8 milyon bû, lê vêga bûye nêzîkî du qatî."
"Rêxistina terorê li herêma me ya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji meha tîrmehê vir ve li hin navçeyan bi tevgerên li dijî mirovahiyê û exlaqê welatiyên me mexdûr dike. Şaredariyên li herêmê jî wesayît û makîneyên ku ji bo xizmeta gel divê bên xebitandin dan bin emrê wan û piştgirî dan vê zilmê."
"Çal, qanal lêbelê ev ne qanalên avê ne, ne qanalên ava vexwarinê ne, ev ne qanalên ava baranê ne, ev ne seba kişandina xetên boriya xaza siruştî ne, ev ne ji bo şebekeya ceyranê ne, ev hatine kolandin ku hêzên ewlekariyê nikaribin bikevinê. Li herêmê ji ber çalan, bombeyan û pevçûnan gelek tehrîbat çêbû. Hêzên me yên ewlekariyê terorîstan yek bi yek dikujin. Helbet dilê me rê neda ku navçeyên me wiha rûxandî bimînin, dilê me nikaribû rê bida û neda jî."
"Bi rêya veguherîna bajarî, wê ev bajarên me (bajarên ku operasyon lê didomin) hem ji terorîstan, hem jî ji wan mercên menfî yên ku derfeta tevgereke rehet didin terorîstan, jî wê bên paqijkirin. Wezîfeya dewletê ne tenê avakirina avahiyan e, di heman demê da avakirina dilan e. Divê em bawerî, întîsab û ewledariya welatiyan bi dewletê va bihêz bikin."
"Berê him ji ber ku erdekî biîmar tunebû û him jî cihên navend zêde dihatin xwestin, avahiyên bilind dihatin çêkirin û ev maqul dihat dîtin. Lê êdî dem hatiye ku em ji avasaziya tîkane vegerîn avasaziya asoyî. Di çarçoveya Kanal Îstanbulê de min ji hevalên xwe re jî got 'tu carê divê destûr ji mîmariya tîkane re neyê dayîn".
Êdî em hewl didin ku di avahiyên komî da mîmariya xweser, mîmariya xumalî cîbicî bikin. Em gihîştin 2011an hedefa 500 hezar xanî çû serî. Vêga heya 2023yan hedefa 500 hezar xanî ya duyemîn heye. Aniha me ev hedef jî pêk anî û em dibêjin înşalah ne milyonek, em ber bi milyonek û 200 hezarî biçin. Ji ber ku Qanal Stenbol... Dema ku Qanal Stenbol çêbû, wê çaxê li herdu aliyên Qanal Stenbolê bi rastî jî divê xaniyên ku li rûmeta Stenbolê tên bên çêkirin. Seba vê jî hin kes derketin û gotin, 'Ma were dibe canê'. Hevalno, Qanal Stenbol dê bibe. Emê çêkin. Kî çi dibêje bira bêje emê çêkin."