11 Nîsan 2016•Rojanekirin: 11 Nîsan 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê Saziyên Civaka Sivîl yên Îslamî, bi daxûyaniyeke girseyî ya çapemeniyê li dijî panêla ku Meclisa LGBTÎ ya Kongerya Demokratîka Gelan (HDK) dixwest li dar bixe, bertek nîşan dan.
Nûner û endamên Saziyên Civaka Sivîl yên Îslamî li navçeya Yenişehirê li Mizgefta Sumerê civiyan û bi tekbîranîn û xwendina sloganên Kurdî û Tirkî heta bi Sumerparkê meşiyan.
Serokê Şûbeyê yê Egitim Bir-Senê Yunus Memiş li ser navê komê daxuyanî da û destnîşan kir ku bi mebesta lanetkirina wê organîzasyona ku dixwazin li Diyarbekira bajarê pêxember û sehabeyan bên lidarxistin, civiyane.
Memiş anî ziman ku di wê kombûnê da ti amanceke wan ya siyasî tune ye û got, "Bi pêvajoya dawî ra di serî da li Sûrê, mezlûmiyeta kurdan li ber çavan e. Di wextekî wiha da ku kurd ketina keftûlefta canê xwe, HDK, DBP û pêkhatên wê, ketine pey derdê LGBTê. Di wextekî wiha da ku di herêmê da, mirin, koçberî û rageşî heye, li cihekî weke Diyarbekirê ketine pey derdê travestiyan."
Memiş destnîşan kir ku di wextekî wiha da ku destpêka Sêmehan e, HDK sapiqtiyeke weke 'hevcinsbaziyê" diparêze û got, "Kurd misulman in, wê tucarî vê sapiqtiyê rewa nebînin. Lidarxistina 'Panela LGBTÎ' li bajarekî weke Diyarbekira warê pêxember û sehabiyan, neyartiya Îslamê ye."
Ji aliyekî din va hat ragihandin ku panela Meclisa LGBTÎ ya HDKê ku biryar dabûn seat 13.30î da li Sumerparkê li dar bixin, hatiye betalkirin.