12 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2015
ŞIRNAK
Li Şirnexê hêzên ewlehiyê di eraziyekî de qasî hezar kîloyî teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin dîtin. Tîman ev teqemenî îmhe kirin.
Li gor agahiyan tîmên Fermandariya Tugaya Komandoyê ya Cendirmeyan a Çakirsogutê li gundên Derebaşi û Anilmişê di eraziyê de lêgerin kirin.
Tîman di bin erdê de 2 mayin, bombeyên destan, boruyên hesin, 700 mêtro qablo, 22 kîlo loqimên dînamîtê, 570 kîlo amonyum nîtrat, 6 tupên 12 kîloyî dîtin.
Pisporan bi baldar ev teqemenî îmha kirin.