11 Nîsan 2016•Rojanekirin: 11 Nîsan 2016
AFYONKARAHÎSAR
Li Emîrdaga navçeya Afyonkarahîsarê otobêseke rêwiyan welgeriya şerampolê. Di qezayê de 3 kes mirîn û 40 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan otobêsa ku şofêrê wê Sebahattîn Keleş û plaqeya wê 42 B 7227 bû li taxa Gozeliyê welgeriya şerampolê.
Di qezayê de 3 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyan û nasnameya miriyan jî hê nehatiye tespîtkirin.