ANKARA
Li ser pirsa, "Gelo operasyona "rêxistina paralel" a ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dar xist dê belayî qadên din jî bibe yan na?", Serokwezîr û Namzedê Serokomariyê Recep Tayyîp Erdogan wiha got: "Ya ku dixuyê ew e, belê belê."
Erdogan piştî komcivîna Koma AK Partiyê bersiva pirsa der barê operasyona Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, da.
Erdogan destnîşan kir ku beriya biryara darazê ne rast e ku mirov tiştekî bibêje û wiha dewam kir: "Helbet darazê xwest ev kes bên komkirin û ji wê şûnde jî dê pêvajoya dozgerî û darizandinê bidome. A niha divê em jî temaşe bikin. Dê çi encam derkeve, em van hemûyan bibînin."
Serokwezîr Erdogan li ser pisa, 'gelo operasyonê belav bibe yan na' jî wiha got: "Ya ku dixuyê ew e, belê belê."