Ahmet Aydın
07 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
ANKARA
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan li Hola Werzişê ya Ankara Arenayê di bernameya "TUGEF ji bo siberojê dibêje Belê" da axivî.
- "Emê mixatebekî bi tenê derxin pêşberê gel"
Serokkomar Erdogan: "Di pergala nû da posta serokkomariyê û ya serokwezîriyê dibe yek. Em mixatebekî tenê derdixin pêşberî gel. Li welatî îdî bila ji ber pevçûnên serokkomar û serokwezîr gel bedelê nede."
Serokkomar Erdogan: "Em ne ji bo wan tiştên ku heta îro li vî welatê me nikariye bikin em pergala rêveberiyê diguherin, em ji bo wan tiştên ku nehiştin li welat bên kirin, diguherin. Em ji bo rêlibergirtina wan kesên ku pêşiya siyasetê digirin, xwestek û hêviyên gel ditepisînin pergala rêveberiyê diguherin. Em ji bo nehiştina wan kesên ku meclis li pêşiya îcraatên hikûmetê kiribûn asteng vê pergala rêveberiyê diguherin."
Serokkomar Erdogan: "Zatê li ser partiya dijebera sereke dema sedemên 'nexêr'ê dihejmêre dibêje, 'dema Serokkomar serokê partiyekê be û serokwezîr yê partiyeke din be hingî wê pevçûn derkeve'. Ma ne îdî serokwezîr namîne... Wê tenê serokkomar bimîne. Wê em mijar bê girtin. Heta nuha wî hê ev tişt fam nekiriye. 5 mîh û 5 bizinan bidin vî zatî bila herê ber wan, lê wan hunda bike û vegere."
- "Sitendina piştgiriya zêdetirî nîveka 80 milyon nifûsê ji wan ra xeyal e"
Serokkomar Erdogan: "Gelo em amade ne 16ê nîsanê pêvajoyeke nû bidin destpêkirin? Hûn dizanin ew pêştir bi serê wan hat bi ser sindoqê venebûn ku dengê xwe bidin. Ji dêvlaku biçe Kaxitxaneyê li Kaxittepeyê geriya. Me ev dîtin. Sitendina piştgiriya zêdetirî nîveka 80 milyonê ji wan ra xeyal e. Ez hertim dibêjim, evna ji millet ditirsin ne ku ji pergala serokkomariyê."
Serokkomar Erdogan: "Ma mimkun e ku li ser vê axê ji bilî Dewleta Komara Tirkiyeyê dewletek dîtir hebe? Emê li wan teng bikin teng. Emê li Tendurekê wan zeft bikin li wan din, li Cûdiyê li wan din, li Gebar û Qendîlê emê wan bigirin û li wan din."