07 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
GAZİANTEP
Li Gazîentabê Serokparêzgehê Partiya Demokrata Gelan (HDP)ê Erkan Şahin di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê da hat girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna dijî PKK/KCKya rêxistina terorê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Gazîentabê va tê ajotin da, Şahinê ku hefteya raborî hatibû binçavkirin piştî karûbarê wî yê li ewlekariyê sewqî edliyeyê kirin.
Şahin ji aliyê Dadgeha nobedar va di çarçoveya lêpirsîna dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da hat girtin.
Di lêgerînê da li mala Şahinê ku 3ê adarê hatibû binçavkirin, pirtûkeke qedexe ku bi naverok têkildarê FETO/PDY bû û hejmarek gelek materyalên dijîtal hatibûn desteserkirin.