Haydar Şahin
27 Nîsan 2019•Rojanekirin: 27 Nîsan 2019
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Em ê vê meydanê ji wan kesên keysperest ên ku li çar aliyî di kozikan da xwe veşartine û dixwazin tîrên xwe yên bijehr di partiye me da bikin ra nehêlin
Ji axaftina Serokomar Erdogan sernavên derketin pêş ev in:
Her hilbijartin wesîleya îmtihan, têkoşîn mihasebeyê ye. Me di hilbijartina 31ê adarê da îmtihan bi serkeftî da.
Me wek AK Partî li welêt ji sedî 44,4 ray sitand. Ev reqem di hilbijartinên herêmî yên ku em wek AK Partî beşdar bûnê da rêjeya herî zêde ya duyemîn e.
Miletê me ji hezar û 389 şaredariyên li welêt 758 heb emanetî kadroyên AK Partiyê kirin.
Pevajoya li ser hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya bi destê LHByê tê nirxandin em teqîb dikin û em ê bikin jî.
Me bi reyên ku di qanûna me ya hilbijartinê da cî hene îtiraz kir. Niha CHP ji ber vê bi uslubeke bêedeb êrîşî me dike. Ev tiştekî trajîkomîk e.
(Hilbijartinên Stenbolê) li vê derê organîzasyoneke rêxistinî ya mezin heye. Belgeyên di destê me da vê nîşan didin.
Niha tiştekî wiha tê gotin. Dibêjin 'Tu hêviya AK Partiyê nemaye.' Ez eşkere bibêjim, heta dûmahiyê em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.
Gelê me dibêje 'Ev hilbijartina Stenbolê çênebû, teqez şaîbeyek tê de heye û divê ev şaîbe ji holê bê rakirin ku dilê me jî rehet bibe.
Ji encumenan 5 hatine hilbijartin û 5 jî hatine tayînkirin yek lê zêde jî serokê şaredariyê. Lê ez vê yekê li gorî demokrasiyê nabînim lewra demokrasî cihekî ku kesên hatine hilbijartin lê serdest in, ne yên hatine tayînkirin. Ji bo hilbijartinên herêmî divê em di parlementoyê da li ser verastkirinekê bisekinin û vê yekê binirxînin.
Kar û xebatên hin kesên ku di nav me da heta astekê hatine û gihîştine mertebeyekê bi tu awayî nayê qebûlkirin û pejirandin.
Em di heyamên wiha da kesên li hemberî me disekinin û kesên li cem me disekinin ji bîr nakin.
Ew kesên digotin em merivên vê doze ne, di dema pevajoya hilbijartinan de li ku derê bûn? Ev merivana çûn ku derê?
Kesên ji exlaqê vê teşkîlatê bêpar in wê tu carî nikaribin qala xwe bikin. Bizanibin ku vê teşkîlatê li Enqereyê xwe nekişandiye nav qalikê xwe û yeke wisa jî nîne. Li kîjan bajarî, li kîjan navçeyî çi diqewime hemû ji me ra tên. Em zanin li ku derê çi diqewime.
Kesên ku pişta xwe dane rêxistinên terorê nikarin me fehm bikin. Yên ku îqbala xwe di muhendisya siyasetê de dibînin neşên me îdrak bikin. Yên ku figuraniya senaryoyayên dijî Tirkiyeyê dikin têkoşîna me nikarin fehm bikin. Kesên ku li gorî berê bagerê cî diguherin û li koşkên xwe rûdinin şerê ku em didin neşên me fehm bikin.
Tehcîra Ermeniyan ne ferman e û ne jî felaket e. Ev bûyereke ku sedsal berê ye di nav şert û mercên pir bi êş da qewimiye.
Heke bi awayê tê îdiakirin ku me li hemberî Ermeniyan bûyereke wisa bikira îro kesî nikaribû qala bi milyonan Ermeniyên ji Ewropayê bigir heta Amerîkayê, ji Afrîkaya Bakur bigir heta Qafqasyayê belav bûne û dijîn, bikira.
Em ê gavên ku ji bo ziwakirina avzêma terorê ya li Sûriyeyê û telîmatên ji bo ewlehiyê yên wekî S400î tên avêtin, bidomînin."