11 Nîsan 2016•Rojanekirin: 12 Nîsan 2016
ŞANLIURFA
Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Faruk Çelîk li Şanliurfayê di merasima 96emîn salvegera rizgariya Şanliurfayê de axivî. Çelîk got ku îro Şanliurfa ji destê dijmên xilas bûye û roj roja madalyaya Îstîklalê hildanê ye.
Wezîr Çelîk got ku ew lehengên ku têkoşîna neteweyî dane û ji bo vî welatî, alê û azanê canê xwe feda kirine birehmet bibîr tîne û wiha axivî: "
Ewladên mêrxas ên Şanliurfayê bi can û xwîna xwe dîrok nivîsandin. Yên ku wê dîrokê nexwendine an jî xwendinê aciz in qesta yekîtîya me, hevrabûna me û aramiya me kirin, lê hûn bi ser neketin. Bi îzna Xwedê hûnê piştî vê jî bi ser nekevin. Ji vê salonê ev deng bilind dibe 'Gelê Şanliurfayî nanê xwe bi 523 hezar birayên xwe yên sûrî re parve dike, heke mileteke din ya ku hewcedariya wê hebe, gelê Şanliurfayê amadene ku nanê xwe bi wan re jî parve bikin'. Em nanê xwe, pariyê xwe parve dikin, lê tu carî û tu carî em destûr nadin ku welêt bê perçekirin."
Çelîk got ku gelê Şanliurfayê wê madalyaya Îstiklalê wek nîşaneya yekîtî û biratiya welêt veşêre.
Wezîr Çelîk spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokê TBMMyê Îsmaîl Kahraman û hemû parlamenteran kir ku ji bo dayîna vê madalyayê keda wan jî heye .