ŞANLIURFA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu destnîşan kir ku hinek hewl didin agirê fitnê pêxin, dixwazin agirê di nava Sûriye û Iraqê bipeke nava Tirkiyeyê, dixwazin 78 milyon nifûsa Tirkiyeyê ku heta nuha weke bira dijîn bikin dijberê hev û got, "Em ji Şanliurfayê bang dikin, ji bajarê ku Tirk, Kurd û Ereban ji bo madalyona îstîqlalê li tenişta hev şer kirin. Em dibêjin heger hûn aşiqê fitnê bin em jî aşiqê biratiyê ne. Li hember agirê îstîlayê yê îstîlaciyan eşqa me ya îstîqlalê çiqas bihêz û bikok be wê hewqas jî eşqa me ya biratiyê jî li himber fitnekar, cihêxwaz û terorîstan wê mezin be."
Serokwezîr Davutoglu, di çarçoveya 96emîn pîrozbahiyên salvegera rizgariya Şanliurfayê da, li Hola Girtî ya Werzişê ya GAPê, beşdarî merasîma pêşkêşkirina Nîşana Îstiqlalê Îstîqlalê bû. Davutoglu bi gotina "silav li we be, ey mirovên egîdên bajarê Ûrfaya, bajarê pêxemberan, bajarê ku xwe rizgar kir" dest bi axaftina xwe kir.
Davutoglu anî ziman ku şanaze ye ku li bajarê îstîqlalê, li Herrana ku yekem zanîngeh lê avabûye, li Xelîlurrehmanê amade ye û destnîşan kir ku haya wî ji îrfan, egîdî û eşqa îstîqlal û pêxembaran ya vî bajarî heye û ji ber vê yekê aşiqî Şanliurfayê ye.
Davutoglu piştrast kir ku di serdema serokwezîrtiyê da, digel vê hatinê cara şeşeya ku tê Şanliurfayê û got, "Emê hê gelek caran bên. 'Urfalıyım ezelden, Urfalılar gönlüm geçmez sizlerden' (Ez ji ezel va Ûrfayî me, gelî Ûrfayiyan hûn ji dilê min dernakevin). Her ku em tên, em li Ûrfayê eşqê dibînin, em mihebbetê dibînin. Piştî hilbijartina 1ê mijdarê em şiklekî cuda hatin Şanliurfayê, me ji Meclisa bilind û ji xwedayê xwe diyariyek ji we ra anî. Em fikirîn, me meyizand ku heqekî derengmayî yê Şanliurfayê heye, heqê Madalyona Îstîqlalê. Em ji bo edakirina vê wezîfeyê li Şanliurfayê ne."
Davutoglu behs kir ku li Enqereyê di civînekê digel xortan da, xortekî Şanliûrfayî jê ra gotiye "Birêz Serokwezîr hûnê Madalyona Îstiqlalê bidine me?" piştra ji bo dana vê diyariya dest bi xebatê kirine.
Davutoglu anî ziman ku bi seroktiya Serokê TBMMê Îsmaîl Kahraman di demeke kurt da qanûna dana madalyonê amade bûye û ji ber ku di cih da ev qanûn pejirand sipasiyên xwe gihandin Serokomar Recep Tayyip Erdogan û parlementeran.
- "Wê rojek bê Şam jî azad bibe"
Davutoglu destnîşan kir ku li himber eşqa kufrê ya Nemrûdî li Şanliurfayê eşqa îmanê zihûr bûye û got, "Îstîlakaran zen kirin ku ê di demeke kurt da Ûrfayê îstîla bikin, zen kirin ku wê Ûrfayê teslîm bigirin, ewên ku Ûrfa nas nedikirin zen kirin wê Ûrfayî vekişin. Heyla xafilno, haya we ji tarîxê tune ye, Urfayê li dijî agirê îstîlayê bi eşqa îstîqlalê alaya sor li vî bajarî berba kir. Eha ji wê rojê va Şanliurfa bûye bajarê îstîqlalê, bajarê tekbîr û Ezana Mihemmedî."
Davutoglu da bibîrxistin ku Şanliurfayê pêşengiya pêxistina agirê rizgariyê ya li Anadoluyê jî kiriye tevî Kahramanmaraş û Gazîentabê qasidê ewil ê Şerê Rizgariyê ye û wiha axivî:
"Heger îro li Heleb, Reqa, Heseke, Dêra Zor û Humsê ku piştî 1921ê li dervayê axa welat man, xwîn û rondikên çavan hebe, bawer bin ji ber ku 100 sal berê eşqa wan a rizgariyê tunebû, heye. Bajarên me qut bûn, Til Ebyad ji Akçakaleyê, Sirûc ji Kobanê, Resûleyn ji Ceylanpinarê qut bûn, lêbelê vî bajarê rizgariyê tuwextî pêwendiya xwe bi wê axa welatê pîroz ra nebirî. Îro Şanliurfa mazûvaniya 520 hezar xwîşk û birayên xwe dike, em hemû dia dikin, ew roja rizgariyê ya ku li Şanliurfayê hil hat, înşallah bira li şefeqa Helebê jî hil bê. Rojekê Heleb jî Reqa jî Hums jî û Şam jî dê rizgar bin."
- "Hin kes dixwazin agirê fitneyê pêxin"
Davutoglu bal kişand ku hin kes nexşeyan xêz dikin, dema ku "Sykes-Picot" tê gotin, dixwazin Şanliurfayê ji birayan qut bikin û wiha got, "Lê piştî 100 salî Şanliurfayê deriyên xwe li ber xwîşk û birayên xwe vekir. Em bi serbilindî û serfiraziyê ketin nava bajarê Şanliurfayê ku Madalyona Rizgariyê heq kiriye. Hin kes dixwazin agirê fitneyê pêxin, lêbelê li Şanliurfayê ev wekî eşqê biratiyê bersivê distîne. Hin kes dixwazin agirê ku li Sûriyê, li Iraqê dişixule bipeke Tirkiyeyê jî. Hin kes dixwazin asabiyeyê, mezheba nijadî û aloziyê têxin nava 78 milyonê ku ezelî û ebedî bûne bira. Em ji Şanliurfayê, ji bajarê tirk, kurd û ereb ên ku seba Madalyaya Rizgariyê li rex hevdu şer kirine bang dikin, li hemberî agirê we yê fitneyê li bal me eşqa biratiyê heye."
- "Agirê ku we pêxist îro li her derî ye"
Davutoglu di axaftina xwe da wiha ji amadebûnan ra pirsyar kir, "Xelkê Şanliurfayê ku we li hemberî agirê kufrê yê Nemrûd eşqa îmanê hişyar kir, gelê Ûrfayê ku we li hemberî mustevliyan, dagirkeran, agirê dagirkeriyê eşqa rizgariyê vêxist, ma hûn amade ne ku li hemberî agirê fitneya terorîst û cudakeran jî eşqa biratiyê gur bikin? Hûn hene ku bidin dû 12 mirovên egîd û alaya sor îlelebet li ser vê axê bilind bikin? Ma hûn hene neviyên Gulluzade Haci Osman? Neviyên Elî Riza Beg, ma hûn hene?" û yên di salonê da jî gotin, "Em hene."
Davutoglu destnîşan kir ku ew digel endamên Lijneya Wezîran, Serokê Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê, serokên berê yên Meclisê û bi biratî, yekîtî, eşq û dilê 78 milyonî va hatin hizûra xelkê Şanliurfayê.