Ekip
03 Mijdar 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2023
MANÎSA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê operasyonên ser rêxistina terorî PKKê de li Iraq û Sûriyê got: "Ji kesên ku hetanî nika ji me ra gotin mitefîqî, hevkariya stratejîk, têkiliya îtifaqê û wan wetrê em meşxûl kirin ra soza dawîn ev e. Em ê li Sûriye û Iraqê hemû kampên terorîstan yên ku tesbît bikin serobino bikin."
Erdogan li vekirinên bikomî yên bajarê Manîsayê de axivî û li ser rojevê nirxandinên giring kirin.
Li ser êrişên dawîn ên terorîstan Serokomar Erdogan wiha axivî: "Îro hem Sererkanê min, hem Wezîrê min yê Karên Navxweyî, fermandarên min yên sereke hemû li Hekariyê li wê herêmê ne. Ji ber van bûyeran li herêmê digerin. Li Hekariyê, Şirnexê, Tunceliyê digerin. Ka li kî derê çi çêbibe em di heman demê em diçin ser û em ê biçin."
Erdogan got ewan derbeyên mezin li terorîstan xistine û wiha agahî da:
"Di 2 rojan da me 9 kes dan der lêbelê 55 teroîst berteref kir. Xeberên ku îro min hildan cuda ne. Nika ÎHA, SÎHA û F-16ên me li herêmê operasyonê didomînin, hejmarê hê jî zêde be. Lewra me gotibû 'em ê xuna şehîdê xwe li erdê nehêlin' û derbeyeke ku hetanî nika qet nexwaribûn li terorê xist, ew ê derbeyên ji vê mezintir jî bixwin. Em neynika leşker, polês, cendirme, gundparêz û welatiyekê xwe bi hemûyê terorîstan naguherînin."
Erdogan hişyarî da aliyên ku rêxistinên terorî destek dikin jî û wiha axivî:
"Li pişta vê rêxistinê felan dewlet heye, li pişta rêxistina din dewleteke din heye, em guh nadin van tiştan û me eleqedar nakin. Tu dewletek leşker û personelên xwe bi terorîstan ra yek nagre. Ji bo hemû kesên li aliyê terorîstan terorîst in. Kal û bavên me gotine "Di zirneyê da peşrew tune, ji şansê te ra çi derkeve". Ji kesên ku hetanî nika ji me ra gotin mitefîqî, hevkariya stratejîk, têkiliya îtifaqê û wan wetrê em meşqûl kirin ra soza dawîn ev e. Em ê li Sûriye û Iraqê hemû kampên terorîstan yên ku tesbît bikin serobino bikin."
Ji bo gavên tên avêtin Erdogan wiha got:
"Em biryardar in ku hemû lîçên terorê yên li dervayê sînorên xwe ziha bikin. Operasyonên me yên ku li xeta Cerablûs-Babê bi serkeftî hatin temamkirin, li Îdlibê dewam dikin, em dikarin bi carekê bikevin herêmên din jî. Heke li wan deran tiştên hin kesan ên veşartî hebin jî bira tevdîrên xwe ji nika va bistînin. Paşê xeyidîn, lomekirin tune."
Di axaftina xwe de Erdogan bal kişand ser van xalan:
"Ez ji vir cardin îlan dikim. Ji bo me ji xeynî pêşeroja gel û dewleta me tiştekî girîngtir tuneye. Em mecbûr nînin bi xwîn û canê ewladên xwe rêxistinên terorê yên li derveyî sînor tên xwedîkirin, perwerdekirin û çekdarkirin û dişînin ser me bidin sekinandin. Heqê me ye em biçin ser terorîstan û wan têk bibin. Niha gelek ciyên Iraq û Sûriyeyê bûne hêlîna terorê. Gefên terorê yên li dijî welatê me ne tenê li nav welêt em mecbûr in li çavkaniya terorê berteref bikin. Em mecbûr nînin ji kesî destûrê jî bixwazin."