ÎSTANBUL
Li gor agahiyan bi destê dozgeriya destûrmend der heqê 7 jê xerîb 255 kesên ku beşdarî bûyerên parka geziyê bûne de 6 lêpirsînên cûda hatine vekirin.
Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hat diyarkirin ku der heqê 7ên wan xerîb 255 kesên ku beşdarî bûyerên parka geziyê bûne de doza qamuyê hat vekirin. Mijarên dozan ev in: "Qanûna Civînê û Meşên Rapêşî re Muxalefet", "Ji bo ku wezîfe neyê kirin astengî derxistin", "ji ber wezîfeyên wan ji xebatkarên dewletê re heqaretkirin", "zirar û ziyan dayîna malên dewletê" û "îbadetgeh lewitandin", "bêusûl wezîfeya dewletê bi destxistin", "cilûbergên taybet bê usûl li xwekirin" û "ji sûcdaran re îltimas."
Hat diyarkirin ku dozê li Dadgeha Ceza ya Eslî ya 55emîn de tê dîtin û der heqê 10 mirovan de ji ber delîl tunebûnê biryara bêsûciyê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di çarçoveya gilîkirin û mexdûriyeta 249 kesan de û yek jî yên ku hejmar û navên wan nayên zanîn de lêpirsîn berdewam dike û ji bo ku navên wan bên tesbîtkirin telîmat dan polês û cendirmeyan.
Ji xêncî vê hat diyarkirin ku der heqê bûyerên parka geziyê de der barê 308 kesan de 40 îdianame hatine vekirin û 36 lêpirsînên cûda jî didomin.