KONYA
Necatî Korkmazê ku ev 35 sal in bi hunerên destkariyê re têkildar e, bi destxetê Qurana Pîroz a herî biçûk a dinyayê nivîsand.
Necatî Korkmazê (50) ku li Navenda Çandê a Mewlana di çarçoveya Merasimên Bibîranîna Salvegera Wislata Mewlana ya 740emîn de pêşangeh vekiriye, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku nêzî 35 sal e bi hunerên destkariyê re têkildar e.
Korkmaz diyar kir ku tasawûf bala wî dikşîne, ji ber vê jî salek û nîv berê biryar daye ku bi destxetê Qur'ana Pîroz a herî biçûk a dinyayê binivîsîne.
Korkmaz destnîşan kir ku piştî pêvajoyeke zor û zehmet Qurana Pîroz a ku ebadên wê 0,98 santîmêtro û 1,3 santîmêtro ye nivîsand. Korkmaz diyar kir ku ev berhem tenê bi mercekê tê xwendin û wiha axivî: "Min tiştekî nû kir û bi destxetê Qur'ana Pîroz a herî biçûk a dinyayê nivîsand. Li dinyayê ya herî biçûk ev e. Min ev berhem di salek û nîvê de çêkir û xebateke hêja derket holê. Min bi hûrgilî her tiştî nivîsand. Li keviyên rûpelan jî tezhîp hene. Navbera ayetan bi weraqeyên zêr hatine avzêrkirin. Di Quraneke mezin de çi taybetmendî hebin, min li vir bikaranîn. Min cilda yekem temam kir, înşellah ez ê di demeke nêz de cildên mayî jî temam bikim. Min xwest berhema min di Şeb-î Arûsê de bê nîşandan. Ji bo ku me berhemeke wiha anî Konyayê ez bextewar im."