ANKARA
Platforma Rabîayê ya Navneteweyî ji bo kesên ku li Misir, Iraq, Sûriye, Myanmar û Tirkistana Rojhilat hatibûn kuştin çalakiya "Kursiyê Bêdeng" li dar xist.
Endamên paltformê li parqa wesaîta ya Rawestgeha Metroyê ya Akkopruyê ji bo kesên ku li Misir, Iraq, Sûriye, Myanmar û Tirkistana Rojhilat hatibûn kuştin 4 hezar û 100 kursî danîn. Kesên ku hatibûn kuştin navên wan li ser kaxizan hat nivîsîndin û bi kursîyan ve hat zeliqandin.
Ji ber Roja Mafên Mirovan a Dinyayê ev çalakî hat lidarxistin û li ser navê platformê Îlkay Zengîn Gongur daxuyanî da. Gongur diyar kir ku li çar aliyê dinyayê mirov heqê mirovan binpê dikin, ev yek jî îro li her derê tê protestokirin.