Dadgeha Cezayê Giran a 14emîn a Stenbolê piştî ku qanûna bi hejmara 6526an a ku dibêje 'dadgehên rayeya taybet' bên rakirin derket, li ser dosyeyên di destê xwe de xebitî û kesên ku dema girtîbûna wan ji 5 salan zêdetir bûn nirxand.
Lijneya dadgehê li gor vê di doza kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk de der heqê Erhan Tucel de biryara serbest berdanê da. Lijneyê ji xêncî Tuncel der heqê 13 kesên ku ji 5 salan zêdetir e di girtîgehê de ne jî biryara tehliyeyê da.
Hat ragihandin ku Tuncelê bi şev ji girtîgeha Tekirdagê ya Tîpa E bê berdan.