Demirtaş li navçeya Kocakoyê (Karaz) beşdarî mitînga partiya xwe bû û piştî mitîngê di otobusa hilbijartinê de pirsên nûçegihanan ên der barê "mayinên li Ûlûdereyê teqiyan" de bersivand. Demirtaş got ku ev bûyareke dilsoj bû û mirovan jî dixe nav fikaran.
Demirtaş got ku der barê vê mijarê de li Enqereyê, bi aliyê hikûmetê re hevdîtin kiriye û îfade kir ku di heyama aştiyê de, li herêma Ûlûdereyê rêyên bi ewle yên leşkeriyê tên çêkirin, ji ber vê gel bi fikar e.
Demirtaş wiha dewam kir:
"Niha em nizanin ew xebera ku dawiyê hat girêdayê vê bûyerê ye an na? Ev êrîşek bû an mayineke berê ku li herêmê hatibû veşartin teqiya? Ez rastiyê nizanim. Lê daxuyaniya ku berpirsiyarên herêmî û ya serokatiya sererkaniyê wek hev nînin. Hin dibêjin mayinên bejahiyê, hin dibêjin teqemeniyên bi qumende, hin jî dibêjin mayineke ewlehiyê ye û berê binerd kirine. Bi qasî ku em dizanin heta niha PKKyê der barê mijarê de tu agahî nedaye. Lê çi dibe bila bibe bûyera qewimî, bûyereke dilsoj e. Ji bo di şer û pevçûnan de tu kes nemire em hewl didin."
Demirtaş got: "Bi vê bûyerê maweya agirbestê kuta nabe. Her du alî jî heta niha li gor agirbestê tevgeriyane. Heta ku der barê bidawîbûna agirbestê de daxuyanî neyê dayîn, ez bawer nakim ku agirbest bi dawî bibe."