Nuri Aydın
14 Hezîran 2023•Rojanekirin: 14 Hezîran 2023
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê yê berê diyar kir ku heke di sala 2024an da ji nû va bibe serok dê li pey îdiayên sûcan yên der heqê Serok Joe Biden da biçe û dev jê bernede.
Trump li Mîmayê ji ber sûcdarkirinên dibêjin ku belgeyên veşartî yên dewletê li cem xwe veşartine derket mehkemeyê û paşê li New Jerseyê bi alîgirên xwe ra hat bal hev.
Trump destnîşan kir heke di sala 2024an da ji nû va hilbijartinên serokatiyê qezenc bike dê dev ji îdiayên sûcan yên der heqê Bîden da bernede û got ku "Ez ê ji bo Bidenê serokê herî zêde xira bûye yê dîroka Amerîkayê da û malbata wî dozgerekî taybet tayîn bikim."
- "Ez ê dewleta kûr bi temamî ji holê rakim"
Trump di axaftina xwe da destnîşan kir ku dê ji kesên îdia dikin ku ew zirarê dide polîtîkayên sînor û hilbijartinê yên welêt hesab bipirse û got ku "Dema ez ji nû va hatim hilbijartin em û ji nû va bên hilbijartin, tu alternatîfên me yên din tunene. Ez ê dewleta kûr bi temamî ji holê rakim."
Trump der barê lêpirsînan da got "ev tacîza herî xirab û nebaş ya dîroka welêt e" û "siyasî" ne.
Serokê berê Trump got "îdiayên gendeliyê yên der barê malbata Biden da" ji bo ku balê bikşînin aliyekî din hatine rojevê û wiha axivî: "Bi sîxurtî û sûcên din va dixwazin balê bikşînin aliyên din. Dibêjin de ka em Trump sûcdar bikin ku bila behsa bertîla 5 milyon dolarî neke."
Donald Trump seba Serdozgerê berê Jack Smithê ku ji bo lêpirsîna doza wî wek rayedarê taybet hatiye wezîfedarkirin got "rêbir" û "bêtewş".
Trump di meha nîsanê da li New Yorkê derketibû pêşberî hakim, duh jî di asta sûcên federal da cara duyem derket pêşberî hakim. Bi vî awayî navê wî di dîroka Amerîkayê da wek "serokê berê yê ku cara duyem derdikeve pêş hakim" hat nivîsin.