02 Adar 2016•Rojanekirin: 03 Adar 2016
ABUJA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Dewleta Nijeryayê Mihemmed Buxarî ra civîna çapemeniyê ya hevbeş çêkir û pirsên bersivand.
Serokomar Erdogan der barê banga Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş a ji bo Sûra navçeya Diyarbekirê da wiha got: "Ez bawer nakim gelê herêmê, xwîşk û birayên min ên kurd ji bo vê banga ku bêhna terorê jê tê ra bibêjin 'erê.' Digel vê hewce nake hin kes gilîdar bibin. Li gorî fikra min her tişt eşkere ye, ev ji bo dozgeran bang e, divê dozger jî çi hewce dike bikin. Lewra heqê tu kesî tuneye welatê min tevlihev bike û hizûrê xera bike."