Nihat Kavşut
09 Nîsan 2020•Rojanekirin: 10 Nîsan 2020
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin ekîbên Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan dijî firsendkarên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) operasyon dan destpêkirin.
Hat destnîşankirin di kordînasyona Wezareta Karên Navxweyî da 9ê Adarê-8ê Nîsanê li 65 bajaran dijî kesên bêyî destûr dezenfektan, kolonya û maskeyan çêdikin 288 operasyon hatin kirin.
Li gor agahiyan di encama operasyonan da ji kesên hatin binçavkirin der barê 192 kesan da kar û barên edlî, der barê 124 kesan da kar û barên îdarî hatin sepandin û 6 kes jî hatin girtin.
Hat diyarkirin di operasyonan da 5 milyon û 925 hezar û 108 maske, 57 hezar û 616 mêtro û 15 top qumaşên maskeyan, 149 hezar û 305 lepik, 3 hezar û 205 tilûm, 32 hezar û 749 kîlogram madeyên kîmyewî, 469 hezar û 435 dezenfektanên curbecur, 38 hezar û 342 lître alkol, 18 hezar û 475 şûşeyên kolonyayê, 3 makîneyên hilberînê, 56 hezar û 687 şûşeyên vala, 302 lître esans, 427 hezar etîket, 37 hezar û 750 qalpaxên serûmê, 32 top ta û 19 top têl hat qefaltin.