Sarp Özer, Sinan Uslu
26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
ANKARA
PYDya milê li Sûriyeyê yê PKKya rêxistina terorî, bi çek û muhîmata ku ji ser xeta sînor dike Tirkiyê PKKyê xurt dike. Ji roketa antîtankê bigire heta tifinga piyadeyê gelek cure çek û teqemenî ji herêma Şingala ku dikeve aliyê bakûrê Iraqê û Karaçoka dikeve aliyê bakûrêrojhilatê Sûriyeyê tên û ev çek di êrîşên nav welêt de têne bikaranîn. Qismek muhîm a van çek û teqemeniyan Emrîkayê ji PKK/PYDyê re dişîne.
YPGya milê Sûriyê ya PKKya rêxistina terorê bi saya alîkariya di serî de Emrîka û hin welatên din niha bûye xwedî malzemeyên artêşek biçûk.
Tê gotin ku çek û muhîmata ku YPGyê sitandiye çekên ku Emrîkayê bo têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê ya bakûrê Sûriyeyê û Iraqê şandiye pêk tên. Wezareta Berevaniyê ya DYAyê qebûl kiribû ku di meha kewçêrê ya 2015an de nêzî 50 tonî muhîmat ji PYDê re şandiye. Li Sûriyeyê çavkaniyên herêmî rapor kiribû ku balafirên kargoyê yên Rûsyayê di 2yê kanûna 2015an de 5 ton muhîmat li herêma Şêx Meqsûda kontrola PYDyê daniye.
Li gor agahiya ku hat sitandin PYDyê ji van malzemeyan hinek ji ser xeta sînor sewqî Tirkiyeyê kir û gihand PKKya rêxistina terorê.
Herwiha hêzên ewlekariyê di operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê ya cihêxwaz de li çekên ku Emrîkayê şandiye rast tên.