26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Li Erxeniya navçeya Diyarbekirê di encama şerê çekdarî yê di navbera du malbatan de 2 kes hatin kuştin, 6 kes birîndar bûn
Li gor agahiya ku hat hildan li Taxa Namik Kemalê di nav her du malbatan de nîqaş çêbû.

Nîqaş mezin bû malbatan şer kir, di şerê çekdarî de 8 kes birîndar bûn. Ji birîndaran Şevket Kaymaz û Ozkan Şenê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê tevî hemû mudaxaleyan canê xwe ji dest dan.
Tedawiya 6 birîndarên li nexweşxaneyê dewam dike.
Hat ragihandin ku piştî bûyerê 5 kes hatine binçavkirin.