Tirkiye

Di nav axê da 75 tup hatin dîtin

Li Qulpa navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da di nav axê da çalkirî 75 tupên tijî yên ku di teqemeniya destçêkirî da tên bikaranîn hatin bidestxistin

20.02.2019 - Rojanekırın : 21.02.2019
Di nav axê da 75 tup hatin dîtin

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Li Qulpa navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da di nav axê da çalkirî 75 tupên tijî yên ku di teqemeniya destçêkirî da tên bikaranîn hatin bidestxistin.

Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, Fermandariya Cendirmeya Bajêr li devera çiyayî ya navçeya Qulpê di 18ê sibatê da bi beşdariya Tîmên Komandoya Cendirmeyan û gundparêzan va "Operasyona Yekeya Taybet a Çawîşê Pispor ê Cendirme ê Şehîd Salih Hayirsoz-17" da destpêkirin û operasyon duh saet 21.00î pê va bi serkeftî kuta bû.

Li gor daxuyaniyê di operasyonê da sitargeheke terorîstên PKKyî ya ku zivistanê bi kar dianîn hat xerabkirin, li devera çiyayî ya mezreya Yarimcaya Yayikkoyê ser qadeke 150 mêtreqareyî di nav axê da çalkirî 75 tupên tijî yên ku di teqemeniya destçêkirî û mayînê da tên bikaranîn hatin dîtin û îmhakirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li herêma operasyonê kontrola nasnameya 220 kesan û kontrola plaqeya 5 wesayîtan hat kirin û der heqê 4 gumanbaran da lêpirsînê dest pê kir.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın