25 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2015
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu wiha got: "Derketine bi hêza medyayê ya di destê xwe da, rêxistina terorê ya 40 salî wek hewariyê aştiyê nîşan didin. Kesên ku li rojhilatê pesnê terorê didin, radibin piştgirê sereke yê xas ê terorê dixemilînin û wekî kevokên aşîtiyê nîşan didin. Ma ji bo Xwedê hûn bibêjin, teror dibe kevoka aştiyê?"
Davutoglu beşdarî mitînga partiya xwe ya li Qada Yenîkapiyê hat lidarxistin bû û li vir derbarê hilbijartina 1ê mijdarê bê kirin de axivî.
Davutoglu bal kişand ser bûyerên terorî yên ku ji 7ê hezîranê vir ve dewam dikin û got ku ji 7ê hezîranê vir va gelê me cardin bi bûyerên terorê îmtîxan dibe.
Davutoglu wiha dewam kir: "Cardin dilên me bi êrîşên terorî xwînî bûn. Cardin em rastî êrîşên bêbext bûn. Eskerên me, polêsên me, welatiyên me yên di xizmetên din de, welatiyên me yên sivîl şehîd bûn. Hatin qetilkirin. Li vir ez cardin dibêjim 'Xwedê rehma xwe li wan bike', 'Xwedê şîfayê bide birîndarên me.' Bila ew xayin û bêbext baş pê zanibin ku ew ê Stenbol ew ê Tirkiye cardin rê nede êrîşên wiha bi namerdî tên kirin."
Serokwezîr Davutoglu: "Heta îro tevgereke siyasî ya wekî HDPyê bêyîsemîmiyet nehatiye ser ruyê erdê. Hemû rêvebir û nûnerên vê partiyê derewan dikin, li hişmendî û aqilê gel heqaretê dikin. Ji miletê re dibêjin 'Em bûn partiya Tirkiyê, ha em dibin, ha em ê bibin.' Bi vî awayî xwe baş û şêrîn nîşanî gel didin, lêbelê paşê jî dibin pêlîstoka hêzên derve ku ser Tirkiyê operasyonên terorî li dar dixin."
Davutoglu wiha dewam kir:
"Bê guman ev êrîş dijî geşbûn û pêşveçûna Tirkiyê tên kirin. Dixwazin bi rêya van êrîşan rêya pêşveçûnê ya Tirkiyê bigrin. Ji bo îstîqrar û hizûra Tirkiyê ku ev 13 salin dewam dike ji holê rabikin hewl didin. Dixwazin bandoreke neyînî li hilbijartinên dê 1ê mijadrê de bê kirin bikin, dixwazin îradeya gelê me lawaz bikin. Tirkiye 13 salin ku bi alîkariya we, bi projeyên ku me kir rewacê, bi piştgiriya we pêş ket. Lê xwestin rê li ber vê pêşveçûna bigrin. Ew kesên ku deriyê wan ên berjewendiyê yek bi yek hatin girtin, ji vê pêşveçûnê aciz bûn. Ji bo îstîqrara Tirkiyê xirab bikin plan çêkirin. Gotin qey êm ê bi ya xwe nekin. Ma me serî daye ser vê rêya em qet jê vedigerin? Ma em van meydanan ji wan bêbextan ra dihêlin? Va ye em digel gelê Stenbolê, digel 78 milyonan li vir. Bi saya dia û piştgiriya we em li vir in."
Davutoglu wiha pê de çû: "Dewlet ew dewleta zemanê berê nîne. Niha dem dema faîlê meçhûlan a salên 90î nîne. Niha Dewleta Komara Tirkiyê ya bi hêz heye. Kuçe û taxên Tirkiyê ku bi sed hezaran kesên ku ji Kobanê revîn ra mazûvaniyê dike tevlihev kirin, welatiyan hedef girtin. 50 welatiyên me ku Yasîn Boru bû nîşeneya wan bi destê wan hatin qetilkirin. Niha jî ji Nîşantaşiyê heta Qendîlê pireyan ava dikin. Bila ew pireyên nefretê, pireyên şidetê ava bikin. Em di nav dilan da pireyan ava dikin. Em ji bo biratiya tirk, kurd, ereb, zaza, sunî, elewiyan xurttir bikin hewl didin. Hûn ji bo xurtkirina vê biratiyê amade ne? Hûn amadene ku destên xwe bibin hev du û pireyên ebedî ava bikin?"
"Hêza medyayê ya di destê xwe da bikartînin û rêxistina terorê ya 40 salî wekî hewariyê aştiyê nîşan didin. Kesên ku li rojhilatê pesnê terorê didin, radibin piştgirê sereke yê xas ê terorê dixemilînin û wekî kevokên altiyê nîşan didin. Ma ji bo Xwedê hûn bibêjin teror dibe kevoka aştiyê? Serê sibehekê li Diyarbekirê gule barandin ser loqenteyekê, Şehmûsê garson, Osman Begê ku şorbe vedixwar qetil kirin, ne gotin ev tirk in an ev kurd in. Ma kujer dibin kevokên aştiyê? Yên ku her roj êrîşê sivîlan dikin, hêzên me yên ewlehiyê dikin dafikan ne ev in? Piştre jî radibin qala aştiyê dikin. Ma hûnê bi wan kesên ku xendek vedan ra aştiyê çêkin? Hûnê bi rêya kuştin, qetilkirin û kuştina însanên sivîl aştiyê avabikin? Ev durûtî ye, ev derew in. Gelo hûn durûtiya vana dibînin? Gelo îxaneta ku vana dikin, lîstikên ku vana dîlizin, defikên ku vana datînin dibînin? Ma em ê li hemberî vana bibin yek, emê hemû planên wan xirab bikin?"
Serokwezîr Davutoglu got em ê wan kesên ku qesda canê vî miletî dikin, dijî yekîtî û biratiya vî gelê tevdigerin helbet bigrin û radestî edeletê bikin û wiha axivî: "Em ê wan radestî edeletê bikin; lê em ê tu caran dev ji demokrasiyê, jiyaneke însanî û birûmet bernedin. Bizanibin ku ew kesên ku dijî yekîtî û biratiya me tevdigerin ew ê winda bikin."
Serokwezîr Davutoglu wiha axivî: "Bahçeliyê ku ji hemû daxwazên me re got 'Na', ew ê rêya siyasetê bixitimîne, paşê di têkoşîna dijî terorê de me bi tenê bihêle û piştre jî derkeve pêşberî miletê jê rayan bixwaze. Ji bo Xweda ew ê kî baweriya xwe pê bîne, kesên ku di rojên zor û zehmet da dernekivin pêş, hewl nedin... Ma miletê me ew ê cardin emanet bide wan? Helbet ew ê nede. Birêz Bahçelî ew roj derbas bûn. Gelê me hewla we carekê dît. Ma hûn dibêjin qey gel tu kirîneke we nabîne, hay ji tiştekî tune ye? Milet her tiştî dibîne, bi her tiştî zane. Bêyî guman ew ê di hilbijartina 1ê mijdarê de jî bersiva hemû aliyan bide."