01 Mijdar 2015•Rojanekirin: 01 Mijdar 2015
KONYA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu wiha got: "Birêvebirina welêt meseleyeke emanet girtinê ye. Ji gel emanetê digirî, meqam jî mayinde nînin, divê xizmetê bikî û ew xizmetên te heta hetayî bimînin. Ji ber vê yekê hêvî dikim ku encamên hilbijartinê ji bo hemû aliyan ji bo 78 milyonî bi xêr be. Çi qewimîbe bila biqewime, va ye îro em dîsa di qadeke demokratîk da diçin ser sandoqan. Ev destkeftiyeke girîng e. Hêvî dikim ku encam jî bi xêr bin."
Davutoglu ji bo Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya heyama 26emîn, hat Lîseya Îmam Xetîbê ya Anadoluyê ya Qîzan ya Şukru Dorûkê û raya xwe avêt. Davutoglu digel xanima xwe Sare Davutogluyê hat dibistanê.
Li ber dibistanê welatiyan tezahuratan ew pêşwazî kirin. Davutoglu li vir bi welatiyan re sohbet kir, bi zarokan re eleqader bû û piştre jî derbasî dibistanê bû.
Davutoglu li vir yek bi yek destê wezîfedaran girt, silav da wan û piştre pisûleya rayê hilda derbasî kabînê bû. Piştre digel xanima xwe hat ser sandoqê û raya xwe avêt sandoqê.
Davutoglu li baxçê dibistana ku lê raya xwe avêt daxuyanî da rojnamegeran û wiha axivî: "Îro dîsa ji bo ku em wezîfeya xwe ya welatîbûnê bînin cih, em digel 78 milyonan diçin ser sandoqan. Berî her tiştî bila ji bo gelê me, ji bo mirovatiyê bi xêr be."
Davutoglu bangî welatiyan kir û got: "Em gel hev hatin ser sandoqan. Ji bo dawîbûna hilbijartinê çend saet man. Ez bangî hemû welatiyên me dikim, bila bi hizûrê werin ser sandoqan û dengê xwe bidin. Her çiqas fikr û ramanên me ji hev du cuda bin jî, partiyên me yên siyasî ji hev du cuda bin jî, divê em bên ser sandoqan dengê xwe bidin û hev du pîroz bikin. Ji bo pêşeroja welêt, ji bo demokrasiyê divê em bên bal hev û niyetpakiya xwe nîşan bidin."
Davutoglu wiha dewam kir: "Birêvebirina welêt meseleyeke emanet girtinê ye. Ji gel emanetê digirî, meqam jî mayinde nînin, divê xizmetê bikî û ew xizmetên te heta hetayî bimînin. Ji ber vê yekê hêvî dikim ku encamên hilbijartinê ji bo hemû aliyan, ji bo 78 milyonî bi xêr be. Çi qewimîbe bila biqewime, va ye îro em dîsa di qadeke demokratîk da diçin ser sandoqan. Ev destkeftiyeke girîng e. Hêvî dikim ku encam jî bi xêr bin."
Davutoglu li ser pirsa gelo 'hûnê piştî eşkerekirina encaman derbikevin şaneşînê biaxifin an na?' wiha got: "Axaftina li şaneşînê di serdema serokwezîriyê ya Birêz Serokomarê me de dest pê kir û bû kevneşop. Kevneşopiyeke xweş e. Înşallah Xwedê sihetê bide, em ê jî derbikevin û biaxifin. Em di 7ê hezîranê de jî axifîbûn û em ê îro jî biaxifin."
Davutoglu encamên hilbijartinê yên ewil wê li mala xwe ya li vir bişopîne û pişt re ew ê derbasî Enqereyê bibe.