01 Mijdar 2015•Rojanekirin: 01 Mijdar 2015
HAKKARÎ
Li Hekariyê nexweşên ku li malê xizmeta tenduristiyê distînin bi arîkariya peywirdarên tenduristiyê bi ambûlansan dibin dibistanên ku wir deng didin.
Peywirdarên Yekîneya Xizmeta Tenduristiyê ya li Malê Ayha Dayan (65) ê ku şeht e û xanima wî Hatûn Dayanê (60) ku nexweşê gurçikê ye yên ku li Taxa Merzanê dijîn bi ambûlansê birin Lîseya Zanistên Civakî ya Turk Telekomê ya ku dê wir deng bidin.
Dayanên hevser bi arîkariya welatiyan ji ambûlansê derxistin û wan li sindoqa bi nimreya 1071 dengê xwe dan.
Amed Dayanê kurê wan daxuyaniyek da rojnamevanan û got nekarîn ku bavê xwe Ahya Dayanê ku ev 19 sal in şeht bûye û diya xwe Hatun Dayanê ku nexweşê gurçikan e bi derfetên xwe bi xwe bibin dengdayînê.
Dayan diyar kir ku ji ber vê yek ji Yekîneya Xizmeta Tenduristiyê ya li Malê ya Midûriya Tenduristiyê ya Bajêr arîkarî xwestin û spasiya peywirdarên tenduristiyê yên ku ji bo wan ev hêsanî pêk anî, kir.