Abdullah Tel
11 Hezîran 2020•Rojanekirin: 12 Hezîran 2020
ÎDLIB
Li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê di 5ê Adarê da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da agirbest hat îlankirin û bi saya ewlehiya qismî pêk hat sivîlên li herêmê ne niha dest bi berhevkirina gilyazên xwe kirin.
Li Îdlibê bi sed hezaran darên gilyazê hene û şêniyên li wê derê bi saya ewlehiyê vegeriyan ser mal û milkên xwe û gilyazên ji bo wan deriyên debarê ne berhev dikin.
Cotkarên Îdlibî bi saya agirbestê û ewlehiyê vegeriyan ser karê xwe lê ji bihabûna gubre, naqliye û dapekandinê gilîdar in.
Cenanê gilyazê Hecî Ehmed Mihemed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan çend meh berê koç kir û niha li ser axa xwe ne û hersal çavê wan li vê mehê ye.
Mihemed destnîşan kir ku di dema koçê da ew rastî zehmetiyan hatin û wiha pê da çû: "Me di dema koçê da gelek zehmetî kişand. Piştî agirbestê em vegeriyan ser mal û milkên xwe. Em gilyazên xwe difiroşin tucarên li herêma me ne. Bi pereyê dikeve destê me va em ezebên xwe dizewicînin û wesayît û motorê distînin."
Bazirganê gilyazan Mihemed Evdila jî got: "Kîloya gilyazê di navbera 700 û 800 lireyê Sûriyeyê da (bi pereyê Tirkiyeyê 2 lire) ye. Bihayê berhevkirin û eleqedarbûna pê ra zêdetir e û di ser da mesrefên karker, pakêtkirinê jî heye. Bihayê îsal li gor salên borî kêm e."
Evdila ragihand ji ber ku hemû deriyên sînor ên welêt girtîne îxracat jî nayê kirin û ev yek ji bo cenanê gilyaz û tucaran zirareke mezin e.