Mustafa Yılmaz,Sergen Sezgin,Fatih Çapkın
16 Sibat 2024•Rojanekirin: 17 Sibat 2024
Ciyê keştiya kargoyê ya bi navê "Batuhan A"yê ku li Behra Marmarayê li peravên Karacabeya navçeya Bursayê li başûrê rojhilatê Girava Îmraliyê binav bû û 6 muretebatên wê hebûn, bi cîhazên binavê hat dîtin.
Waliyê Bursayê Mahmut Demirtaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê li herêmê didomin.
Mahmut Demirtaş destnîşan kir bi robotê binavê ciyê keştiyê hatiye tesbîtkirin û wiha axivî, "Keştî di binê behrê da rûniştiye. Ev jî wê xebatên me hêsan bike. Ekîb wê gorî şert û mercên hewayê di nava rojê da xwe berdin binê avê. Niha bi 456 personelan xebat didomin."