17 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê berteka nûnerên eşîran a li hemberî êrîşên rêxistina terorê PKKyê berdewam e.
Endamên eşîra Şahînan ên ku li gundê Yarimkaşa navçeya Çinarê kom bûn, alaya Tirkiyê li mala xwe daliqandin û lanet li êrîşên PKKyê kirin.
Yek ji nûnerên eşîrê Hadî Gulçer di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku hemû neferên eşîrê ji sala 1990î vir ve dijî rêxistina terorê têdikoşin. Gulçer bal kişand ku ew di nava yekîtî û deshevgirtinê da dijîn û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji dema serokwezîrtiya xwe vir ve ji herêmê ra xizmetên baş dike.
Gulçer got ku rêxistina terorê PKK taşerontiya hêzên dereke dike û wiha axivî:
"Çi kêşeyeke kurdan nîne. Em hizûrê dixwazin, em refaha gel dixwazin. AK Partiyê di 13 sal deshelatiya xwe da karên mezin kirin."
Gulçer destnîşan kir ku terorîst zilmê li welatiyên herêmê dikin û wiha dewam kir: "Bi zext û zilmê va dixwazin ku gel bikşînin li ser fikrên cuda cuda. Bi kuştin û zextê va kes serkeftî nebû, nabe. Divê her kes ji rêxistina terorê ra bibêje 'em we naxwazin, em wek we nafikirin."
- "Em tehemmulî êrîşan nakin"
Ahmet Daghanê ji heman eşîrê jî got ku nêzî 20 sal berê mensûbên PKKya rêxistina terorê li ser rêya gund mayîn danîbûn û 12 kes mirin.
Daghan diyar kir, ji wê dîrokê heta niha endamên eşîrê li dijî PKKya rêxistina terorê têkoşînê dide û wiha dewam kir: "Em tehemmulî êrîşên ku terorîst dibin ser sivîl û leşkeran nakin. Em rêxistina terorê ji ber êrîşên xwînî şermezar dikin."
Daghan destnîşan kir ku HDP kurdan temsîl nake, îdia kir ku parlementerên HDPê propagandaya PKKya rêxistina terorê dikin.
Ji eşîra Bûbeyê Ramazan Kuşakçioglu jî got ku ew dixwazin cihê ew lê dijîn êrîşên terorê tunebin ku ew di hizûrê da bijîn û bextewar bin.