Tirkiye

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: "Hevdîtinên derbarê herêma ewle de didomin"

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin derbarê Herêma Ewle jî got, "Hevdîtinên derbarê cîbicîkirina karayî, pêvajo û çarçoveya wê de berdewam in. Em dikarin bêjin ku di çarçoveya sereke de em mitabiq mane."

Ahmet Aydın  | 21.08.2019 - Rojanekırın : 22.08.2019
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: "Hevdîtinên derbarê herêma ewle de didomin"

Ankara

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin derbarê êrîşa li Îdlibê got, "Me helwesta xwe bi aliyê Rûs ve ragihand. Di rojên pêşiya me de dê Cenabê Serokomarê me û Cenabê Pûtîn bi telefonê biaxivin.

Kalin derbarê mijara Îdlibê de wiha pê de çû:

"Ez dixwazim, ji bo rejimê û Federasyona Rûsyayê ya ku piştevaniya wê dike, bangawaziya me ya derbarê bidawîanîna îhlalan dubare bikim. Girtina 9emîn xala çavdêriyê, neqilkirina wê bo cihekî din mezulbehs nîn e. Dê hemî, li cihên ku lê ne fealiyeta xwe bidomînin. 

Kalin derbarê Herêma Ewle jî got, "Hevdîtinên derbarê cîbicîkirina karayî, pêvajo û çarçoveya wê de berdewam in. Em dikarin bêjin ku di çarçoveya sereke de em mitabiq mane."

Kalin wiha jî got, "Di hefteyên pêşiya me de emê sepanên berceste bibînin. Li rojhilatê Feratê dê dewriyeyên hevbeş ên eskerên Tirkî û Amerîkayî dest pê bikin."

"16ê îlonê li Enqereyê bi beşdariya Rûsya û Îranê dê lûtkeyeke sêalî bê lidarxistin"

Berdevkê Serokomariyê Kalin anî ziman ku dê bi serokatiya cenabê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, 16ê îlonê li Enqereyê bi beşdariya Rûsya û Îranê ewê lûtkeyeke sêalî li dar bixin û herwiha got, "Em di amadekariyê de ne ku digel cenabê Trump jî peywendiyeke telefonî encam bidin."

"Jikardûrxistina serokên 3 şaredariyên mezin"

Berdevk Kalin derheqê jikardûrxistina serokên 3 şaredariyên mezin de wiha axivî:

"Ev ne biryareke ku hikûmetê yaxud wezareta navxweyî keyfî sitendibe. Ji bo parastina namûsa hilbijartinan, rengvedana dengên welatiyan di çarçoveya mercên demoratîk de di jiyan, siyaser û rêveberiyê de sitandina van tedbîran elzem bû. Şaredariyên din jî hene çi ji heman partiyê çi jî yên xwedan boçûnên siyasî yên weke wan, lêbelê ji ber ku rasterast sucên weke têkildariya wan bi sûcê re, piştevanî û piştgiriya rêxistina terorê, ji wan hasil nebûye, tedbîr û teserrufa navborî ji wan re çênebûye."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın