İbrahim Atmaca
16 Sibat 2020•Rojanekirin: 16 Sibat 2020
Artêşa Tirkiyeyê ji yekîneyên ser sînorê Sûriyeyê ra obus, tank, muhîmmat û makîneyên kar ên bizirx şandin.
Konvoya eskerî ya ku obus, tank, muhîmat û wesayîtên kar ên bizirx jî tê da bûn û ji yekîneyên cuda yên Tirkiyeyê seba teqwiyeyê hatin şandin, ji navçeyên Hatayê yên Hassa û Kirikhanê derbas bûn û gihîştin Reyhanliyê.
Wesayîtên eskerî bi tevdîra ewlehiyê va şandin yekîneyên sînor, zarokan jî bi alaya Tirkiyeyê va hezjêkirina xwe nîşanî wan dan.
Dema zêdetirî 100 wesayîtên eskerî ji taxa li ser sînor derbas bûn, welatiyan di hoparlorê da Sûreta Fehtê xwend
Bi destê Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) ji bo yekîneyên li ser sînor konvoya komando, muhîmat û wesayîtên eskerî hat sewqkirin.
Komandoyên ku ji yekîneyên cuda yên li Tirkiyeyê wekî teqwiye hatin şandin û niha jî li Reyhanliya navçeya Hatayê dimînin, amadekariyên xwe temam kirin.
Konvoya komando, muhîmat, wesayîtên eskerî, sînyalbir û ambulansên eskerî yên bizirx digel refaqeta tedbîrên ewlehiyê bo yekîneyên sînor hat şandin.
Dema zêdetirî 100 wesayîtên eskerî ji taxa li ser sînor derbas bûn, welatiyan di hoparlorê da Sûreta Fehtê xwend.