Tirkiye

Ji bo parlamenterê HDPyê yê ku di mala xwe da terorîstê PKKyî veşart lêpirsîn hat vekirin

Der heqê Parlamenterê Wanê yê HDPyê Murat Sarisaç da lêpirsîn dan destpêkirin ku Sarisaç terorîstekî li gor tesbîtê ji rêxistina terorê ra eleman şandine, di mala xwe da veşartiye.

16.02.2020 - Rojanekırın : 17.02.2020
Ji bo parlamenterê HDPyê yê ku di mala xwe da terorîstê PKKyî veşart lêpirsîn hat vekirin

Van

 Der heqê Parlamenterê Wanê yê HDPyê Murat Sarisaç da lêpirsîn dan destpêkirin ku Sarisaç terorîstekî li gor tesbîtê ji rêxistina terorê ra eleman şandine, di mala xwe da veşartiye.

Li gor agahiya ku hat hildan, Serdozgeriya Komarê ya Wanê der heqê Sarisaçê Parlamenterê Wanê yê HDPyê da ji ber sûcên "alîkarî û piştevaniya rêxistina terorê kiriye, dijî benda 6emîn a qanûna têkoşîna terorê ye û ji ber wezîfeya wî heqaret li wezîfedarê qamûyê kiriye" lêpirsîn da destpêkirin.

- Bûyer

Parlamenterê Wanê yê HDPyê Murat Sarisaç terorîst Y.Dyê ku hat binçavkirin û li gor tesbîtê ji rêxistina terorê ra eleman şandine, di mala xwe da veşartibû.

Terorîst Y.D ji wesayîta ku parlamenterê HDPyê Sarisaç jî tê da bû, hatibû peyakirin û binçavkirin. Kamerayên MOBESEyê dîmena binçavkirinê qeyd kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.