İbrahim Atmaca
16 Sibat 2020•Rojanekirin: 17 Sibat 2020
Li Agiriyê nêzî hefteyekê ye ku bager rabûye û bagerê rêya gund girt û qalindahiya berfa ku rêya gund girt derket 4 mêtreyan, ekîban di 8 saetan da paşê rê vekir.
Li gundê Saribiyikê yê ku 55 kîlomêtre dûrî navçeya Bazîdê ye, piştî ketina berfê, bager rabû.
Berf û bagerê rêya gund girt û ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr di hefteyeke dawîn da ji ber waqiayên acil 4 caran rêya gund vekirin.
Li herêmê bager rabûye û qalindahiya berfê heta 4 mêtreyî ye. Ekîb ji bo vekirina rê cardin dest bi xebatê kirin.
Operatorê makîneya kar Emrah Arbay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, gundê Saribiyikê li kêleka Gola Masiyan e û ev gol li Tirkiyeyê ji golên ku raqima wan herî bilind yek e.
Arbay destnîşan kir, ji ber ku gund li cihekî rast hatiye avakirin û ber da jî Gola Masiyan heye, wextê bagera berfê radibe, berfa pal û berpalan jî bi xwe ra tîne nava gund û wiha dewam kir: "Hefteyek e bagera berfê dewam dike û li gund qalindahiya berfê derket 4 mêtreyî. Em bi makîneyên kar va demildest hatin gund û me di nav 8 saetan da paşê rêya gund vekir."