DIYARBAKIR
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li Diyarbekirê dê çalakiya meşê li dar bixe. Serokbajara BDP Zubeyde Zumrut, Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu û komek BDPyî li Ofîsê kom bûn û ji bo meşê danezan belav kirin. Zumrutê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku, lazim e mafên kurdan di destûrê de cih bigrin.
Zumrutê qala armanca meşê kir û wiha got: "Em dixwazin perwerdehiya bi zimanê zikmakî hebe. Kurdî jî di qadên kamûyê de bê bikaranîn. Qanûna hilbijartinê jî bila were guhertin û sînorê hilbijartinê yê ji sedî 10 jî bila ji holê bê rakirin. Ji bo van daxwazên xwe em ê di 30yê îlonê de bimeşin."