HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî got: "Hikûmeta Bexdayê êxtiya diavêje kurdan ku sernekeftina xwe û têkçûna xwe veşêre."
Barzanî daxuyanî da têlevîzyona El cezîreyê û bersîv da îdiayên Malîkî. Malikî gotibû ku Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bi Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) re tevkarî kir.
Barzanî îdiayên Malikî derewand û wiha got: "Tu rola kurdan tê de tuneye ku Mûsil, Diyala, Kerkûk û herêmên din ketin destê milîtanên çekdar. Hikûmeta Bexdayê îftirayê diavêje kurdan ku sernekeftina xwe û têkçûna xwe veşêre. Têkçûna hikûmeta federal ya leşkerî, siyasî, aborî ev qeyrana ku îro em tê de nin derxist holê. Berpirsiyarên vê rêvebirên Bexdayê ne."
Barzanî bi bîr xist ku ew berê li hemberî zext û zora ku li ser şiiyan dihat kirin bûn, niha jî heman mûsîbet hat serê suniyan û wiha dewam kir: "Niha drameke mezin hat serê suniyan. Ji aliyê mirovahiyê ve çi bikeve ser milê herêma Kurdistanê em ê bikin."
Malikî çi gotibû?
Serokwezîrê Iraqê Malikî bêyî ku navê Mesut Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bide, ew sûcdar kirin û wiha gotibû:
"Terorîst li bajarekî Iraqê kom bûn û bernameyên xwe diyar kirin. Hin kes jî dikevin nav xeletiyekê û qala du heyamên wek beriya Mûsilê û piştî Mûsilê dikin. Ev kes bi DÎŞIyê re hevkariyê dikin, bûn mutefîkên DÎŞIyê. Ew kesên ku xwe wek parçeyekê Iraqê didîtin, niha diparêzin ku divê DYA arîkariya artêşa Iraqê neke. Em nebûn şahid ku ew kes bi derdê Iraqê re dibin xwedî derd û me nedît ku ew xwe wek şirîkên vî welatî dibînîn. Her wekî ku ne welatiyên vî welatê ne tevdigerin."